• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nimêja mîladê li Hewlêrê hate kirin

Gulan Media December 25, 2021 Nûçe
Nimêja mîladê li Hewlêrê hate kirin

dua bo Kurdistanê kirin.
Li Enkaweyê bi beşdariya hijmareke zêde nimêj hate kirin.

Îro li Kilîseya Om Nûr ya Sûriyanî û Ortodokis ya li Enkaweyê, nimêja pîroz ya mîladê hate kirin.

Di merasîma nimêjê de ku bo jidayikbûna Hezretê Îsam Mesîh hate kirin, gelek welatiyên Mesîhî yên Kurdistan û Îraqê jî beşdar bûn.

Welatiyên Mesîhî dilxweşiya xwe ya li hember aramî û aştiya heyî ya li Kurdistanê diyar kirin û dua bo berdewamiya aştî, aramî û bihevre jiyana aştiyane ya li Kurdistanê de kirin.

Top