• Wednesday, 25 February 2026
logo

Erdogan bo HDPê: Ew 'terorîstên siyasî' ne

Gulan Media December 25, 2021 Nûçe
Erdogan bo HDPê: Ew 'terorîstên siyasî' ne

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, rexneyên tund li aliyên opozisyonê girtin û ji bo HDPê jî gotina "terorîstên siyasî" bi kar anî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî kanaleke taybet a Tirkiyê bû û ji bo HDPê gotina "terorîstê siyasî" bi kar anî.

Erdogan ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got “Ev avahiyeke ku ji exlaqê siyasî dûr e. Nûnerên wê li wir in. Birêz Kemal, Meral Xanim û yên pê re. HDP ne hêjayî gotinê ye ku terorîstên siyasî ne. Ev gel êdî nikarin van ragirin. Hêvîdar im ku di hilbijartinên 2023an de bi dayîna dersa pêwîst wan bişînin cihê ku jê hatine. Dema ku dibînin gel rûbîkenî nîşanî wan nade, hêrs dibin û ji hêrsê dîn dibin. Di siyasetê de tu exlaq û ast nehiştin.”

Serokomarê Tirkiyê di derbarê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de jî axivî got “Gelo ev îşareta destan li gorî serokekî ye? Parlamentoya gel e millet e, banek pîroz e, divê hûn edeb bin. Ez halê birêz Kemal baş nabînim. Wê (Meral Akşener) hevsengiya xwe winda kir. Me li gotinên wî nihêrî, em ê bi wekîlê ku nifiran li xizmên şehîdan dike, çi bikin? Ew jî hevparê te ne.”

Erdogan di berdewamiya axavtina xwe wiha berdewam kir “Ev bêhurmetî nayên paşguh kirin. Em ê bibin şopînerê bêhedên ku nifiran li xizmên şehîdan dikin û bedela herî giran bi wan bidin dayîn. Kesê ku ev tevger kiriye, cihê wî di parlementoya Gaziyê de nîne. Ji bo xêra milet nikarin tiştekî bikin. Hêvîdar im sala 2023’an ji bo welatê me gelek bi bi xêr be. Qe nebe wê ji wan xilas bibin.”

 

Rudaw

Top