• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî hêviya şadî û xweşî bo Mesîhiyan dixwaze

Gulan Media December 25, 2021 Nûçe
Serok Barzanî hêviya şadî û xweşî bo Mesîhiyan dixwaze

hêviya nemana karesat, nexweşî û stemkariyê dixwaze.
Peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir.

Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Îsa Meshî û sersala nû ya Mesîhiyan Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Binavê xwedê mezin

Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Îsa Mesîh silavên xwedê li ser bin û sersala nû ya Mesîhiyan, pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya Mesîhiyên Kurdista, Îraq û cîhanê dikim û hêviya şadî, xweşî û bexteweriyê bo wan dixwazim.

Bi vê boneya han tekez li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane û biratî di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de dikim û hêviya vê yekê jî dixwazim ku xuşik û birayên Mesîhî tevahiya cejn û boneyên xwe bi xweşî, aramî û şandî derbas bikin.

Hêvî dikim ev boneya han bibe destpêka dawî hatina karesat, nexweşiyan û steman li seraserê cîhanê û aştî û aramî cîhê tevahiya wan bigire.

Mesûd Barzanî

Top