2 milyon geştiyar di sala 2021 de serdana Hewlêrê kirine
Di sala 2021ê nêzîkî 2 milyon geştiyar serdana Hewlêrê kirine û tê çaverêkirin di sala 2022an de rêjeya hatina geştiyaran bilindtir bibe.
Rêveberê Giştî yê Geştûguzarê yê Hewlêrê Îsmaîl Mînexan ragehand, ji destpêka sala 2021ê û heta niha, milyonek û 971 hezar û 522 geştiyar hatine Hewlêrê.
Rêveberê Giştî yê Geştûguzarê da zanîn jî, ew pêşbînî dikin bo bêhnvedana sersalê jî bi hezaran geştiyar serdana Hewlêrê bikin.
Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, di salên 2019 û 2020an de, hejmara geştiyan gihîşt 1 milyon û 860 hezar û 236 geştiyaran, lê di sala 2021ê de ku pandemî sivik bûbû, hejmara geştiyan careke din bilind bû.
Îsmaîl Mînexan diyar kir, di plana Wezareta Şaredarî û Geştûguzar de ye, girîngiya zêdetir bidin sektora geştiyariyê û pêşbînî dikin ku sala bê de, hejmara geştiyaran zêdetir bibe.
K24
