• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hikûmet berdewame li ser parastina mafên pêkhateyan

Gulan Media December 25, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hikûmet berdewame li ser parastina mafên pêkhateyan

dibêje em berdewam dibin li ser bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê.
Peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir.

Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Îsa Mesîh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi boneya cejna jidayik bûna Hezretê Mesîh ( silavên xwedê li ser bin) pîrozbayî li tevahiya Mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêvî dikim rojên cejnê di xweşî, şadî û aramî de biser bibin.

Bi vê boneya pîroz, hikûmeta herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê dike ku berdewam dibe li ser pêşde birin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane, lêbûrîn û parastina mafên tevahiya pêkhateyan li herêma Kurdistanê de.

Cejna we pîroz be û hertim di nava aştî û kameraniyê de bijîn.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top