Tevgera Gorran bersiva wezîrê derve yê Tirkiyê da!
Daxuyaniya Tevgera Gorran waha ye:
Di daxuyaniya wezîrê derve yê Tirkiyê birêz Mevlûd Çavuşoglu de, Tevgera Gorran bi alîkarî dayîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê tê tometbar kirin û Çavuşoglu dibêje: ‘’Rêveberiya Hewlêr û Bexdayê piştevaniya êrîşa me ya ser PKKê dikin, lê Gorran û YNK piştevaniya PKKê dikin û ji ber wê jî baca wê didin.’’
Em wek Tevgera Gorran radigehînin:
1-Tevgera Gorran na veşêre û di gelek boneyan de û berê jî li ser zimanê xwedê jê razî Newşîrwan Mistefa ve ragehandiye ku, Tevgera Gorran piştevaniya kurdên dervey herêm û Iraqê dike ku mafên xwe yên netewî û çandî bidest bixin û herwaha di bin ronahiya zagonên mafên mirov û yasayên navnetewî û beyana netewên Yekbûyî piştevaniya wê dike.
2- Tevgera me hêzeke siyasî, sivîl û bê çek e û awayê kar kirina wê çareseriya pirsgirêkan bi rêya guftûgo û xebata sivîl ve, dûr li tundiyê bi rêyên aştiyane rast dibîne.
3- Hikûmeta Tirkiyê di pratîkê de û naha jî bi zimanê Çavuşoglu ve cudatiyê dixe navbera Hewlêr û Silêmaniyê û rê nade hatûçûna balefirên navbera Silêmaniyê û Tirkiyê pêkbê û vê yekê ziyan gehandiye beşek zêde ya hemwelatiyên li deverê.
Dawiyê de jî em dibêjin daxuyaniyên waha, rev e ji çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û aloziya li navçeyê kûrtir dike.
Tevgera Gorran
07/07/2018
