• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ellawî: Rêjeya sextekariyê li hilbijartinên Kerkûkê %50 zêdetir e

Ellawî: Rêjeya sextekariyê li hilbijartinên Kerkûkê %50 zêdetir e
Serokî Îtîlafa Weteniye ya Iraqê Eyad Ellawî ragihand, ku di encama bidest hemartina dengan de derketiye, ku rêjeya sextekariyê ji nîvî zêdetir e.



Serokî Îtîlafa Weteniye ya Iraqê Eyad Ellawî derbarê encamên bidest hejmartina dengan a li parêzgeha Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û got: “Ew sextekariya li Kerkûkê eşkere bûye, henekpêkirineke mezin û tawan e derheqê gelê Iraqê de.”



Ellawî da xuyakirin,”Rêjeya sextekariyê li hinek navendan gehiştiye ji sedî 50ê dengan” û got: “Divê dadwer pêbendê hejmartina dengên hemû parêzgehên Iraqê bin.”



Eyad Ellawî hişyariya wê yekê jî da ku eger binpêkirineke din were kirin, proseya siyasî ya Iraqê dê baweriyê mayî jî ji dest bide.



Serokê Îtîlafa Weteniye anî ziman: “Hinek alî hewl didin sextekariyê veşêrin û dixwazin hikûmetê li ser bingeha fêl û fenan pêkbînin.”



Hêjayê gotinê ye, ku Encûmena Komîsyarên Komisyona Bilin a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku li Kerkûkê cudakirina dengên hilbijartina Parlamentoya Iraqê ya bi destan bidawî bûye û nûnerên hemû pêkhate û partiyan beşdarî proseyê bûne.



Encûmena Komîsyaran herwiha da zanîn ku cudakirina dengan di jêr çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî de hatiye kirin.



Ji ber gilehiyên li ser hinek sindoqên dengdanê yên hilbijartinê li Kerkûk û çend parêzgehên din, Parlamentoya Iraqê yasaya hilbijartinan sererast kir û biryar da hemû deng bi dest bên hejmartin, lê Dadgeha Federalî ew yek red kir û biryar da tenê dengên wan sindoqan bên hejmartin ku gilehî li ser wan hene.

Rudaw
Top