• Wednesday, 25 February 2026
logo

Helgirên Îqameyên biyanî û yên Herêma Kurdistanê dikarin ji Rojava vegerin Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 24, 2021 Nûçe
Helgirên Îqameyên biyanî û yên Herêma Kurdistanê dikarin ji Rojava vegerin Herêma Kurdistanê

Kesên helgirên Îqameyên biyanî û Îqameya Herêma Kurdistanê ne, dikarin ji Rojava di deriyê Welîd re vegerin Herêma Kurdistanê.

Piştî êrîşkirina grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger li ser xala sînorî a Pêşabûrê, ku bû sedema girtina xala sînorî jî, Berpirsê xala sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî di daxuyaniyekê de ku ji bo Kurdistan24ê hatiye şandin ragehand, îro roja Pêncşemiyê wan rê bi vegera karmendên rêxistinên mirovî ji Rojava bo Herêmê da.

Herweha li gor daxuyaniya Şewket Berbuharî, dê sibe roja Îniyê, kesên ku helgirên Îqameyên Ewropî û biyanî ne û di riya deriyê Pêşabûr çûbûn Rojavayê Kurdistanê, dikarin bi riya deriyê Welîd ji demjimêr 9ê sibehê heta 4ê piştî nivro vegerin Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat jî, welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku Îqameyên Herêma Kurdistanê pê re ne û bi seredan çûbûn Rojava, ew jî dikarin roja Şemiyê di riya deriyê Welîd re vegerin Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniyê, ev rêkar tenê ji bo wan kesan e, yên ku bi riya xala sînorî ya Pêşabûrê seredana Rojavayê Kurdistanê kirine, û ji bo vegera bo Herêma Kurdistanê ye.

Roja 16ê vê mehê, ji ber êrîşa komeke ser bi PKKê ve ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve li ser xala sînorî ya di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de, derî hate girtin, bi vê yekê re jî astengî li pêş vegera kesên ku serdana Rojavayê Kurdistanê dirust kir.

 

K24

Top