Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Lîsta Fetih û Lîsta Dewleta Yasa kir
Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Serok Barzanî li binyatnana Iraqê û her wiha êş û azar û qurbanîdana dehan sala gelê Kurdistanê, tekez li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û hêzên Iraqiyan û qurbanîdana hevbeş li dijî dîktatoriyetê kirin û daxwaz kirin ku li Iraqê da hemû aliyek bi pêkve qonaxekî nû destpêbikin û şaşiyên berê dûbare nekin û bi navê gihîştina aramî û şeraketa rasteqîne gefên siyasî yên niha ya Iraqê derbas bikin û eve jî xistin rû ku bi bê tewafuq û şeraketa rasteqîne proseya siyasî birêve naçê û hîç destkeftek jî ji bo tu aliyek pêknayê.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda mîhvan nêrîna siyasî ya Lîsta Fetih û Dewleta Yasa ji bo Serok Barzanî şîrove kir û ronahî xiste li ser nêrîna her dû lîsteyan ya ji bo pêkanîna kutleya mezina Parlemenî û nivîsîna programa îdareya welat li qonaxa pêş da.
Her li vê civînê de di derbarê gefan û bi cîhkirina destûrê de danustandina bîr û ramanan kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste peywendiyên dîrokî û bi cîhkirina destûr û her wiha lojîk û eqlaniyet bikin hewêna proseya siyasî û prensîpên şeraket û tewafuq û hevsengî li proseya siyasî da peyrew bikin û li bin ronahiya wan sê prensîpan kutleya mezina parlemen dabimezrê û Hikûmeta nû bê pêkanîn û pêwîste hemû aliyek ji bo wê menhec û bingehan vegerin ku li piştî 2003 Iraqa nû li ser hatiye avakirin.
Hêjayî gotinêye ku li vê civînê de Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.
