• Wednesday, 25 February 2026
logo

Armanca sereke ya serdanên HDPê bo partiyên opozisyonê

Gulan Media December 24, 2021 Nûçe
Armanca sereke ya serdanên HDPê bo partiyên opozisyonê

HDP bi armanca avakirina yekîtiyeke bihêz li ser bingehên hevbeş, bi oposizyonê re dest bi danûstandina kir. HDP dê bi 4 partiyên oposizyonê re bicive ku yekem serdan bo Partiya Saadetê pêk hat. HDP dê hefte bê serdana CHP, Deva û Partiya Paşerojê jî bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku gereke din ya hevdîtinan bi 4 partiyên oposizyonê re pêk bîne. Hevserokê HDPê Mithat Sancar armanca seredanan weke hewlên avakirina yekîtiyeke bi hêz li ser bingehên hevbeş bi nav kir. Şanda HDPê yekem seredana xwe ji bo Partiya Saadetê pêk anî.

Pervîn Buldan, Hevseroka HDPê, dibêje, “Em hemû dizanin ku di vê rewşa heyî de pêwîstî bi rêyeke çareseriyê heye. Ji bo çareseriyê jî daxwaz û hêviyên xelkê ji oposizyonê hene. em jî ji bo xelkên Tirkiye û civaka Tirkiyê û paşeroja Tirkiyê dixwazin rêya çareseriyê peyda bikin û bi vê armancê jî em van hevdîtinên dikin.”

Alîkarekî Serokê Giştî yê Saadetê li ser seredana HDPê aşkere kir ku ew bi seredana HDP keyfxweş bûne û îhtîmal heye ku demên pêşiya me ew jî weke şandek seredana navenda giştî ya HDPê bikin û ew berpirsê Saadetê heman demê rexneyan li helwesta aliyên li dijî HDPê digire.

Cafer Gûneş, Alîkarê Serokê Saadetê, dibêje, “Hevdîtineke baş bû. Em dibêjin partiyên siyasî li parlementoyê hevdû dibînin bila li dervey parlementoyê jî hevdîtinan bikin. Dibe ku hindek alî bêjin HDP nêzîkî rêkxistineke terorî ye û hun çima pê re dicivin ya rastî em dibêjin madem wisa ye hûn çima bi HDPê re li heman parlementoyê kar dikin.”

HDP biryar daye ku hefteya pêşiya me bi CHP, Deva û Partiya Paşêrojê re jî hevdîtinan bike. Di hevdîtinan de mijarên di derbarê aboriya Tirkiyê, helbijartinên pêşwext û bihêzkirina bereya oposizyonê tên gotûbêj kirin.

 

Rudaw

Top