Li Japonya baran û lehiyê 11 kes kuştin!
Îro li herêmên navîn û rojava yên Japonya baranek tund barî, heta niha jî barîna baranê didome.
Li gorî agahiyan, ji ber baranê lehî rabûye û herî kêm 11 kes mirine, bi dehan kes jî wenda bûne.
Tê gotin ku zêdetirî 1.5 milyon kes ji ber lehiyê û ji tirsa şimitîna erdê neçar mane malên xwe biterikînin.
Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, baran û bager dê heta sibê jî bidome.
Basnews
