• Tuesday, 17 February 2026
logo

li Dêrazorê teqînek HSD kir armanc: 18 kuştî hene

li Dêrazorê teqînek HSD kir armanc: 18 kuştî hene
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, di encama teqînekê de li navendke Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) de li navçeya El-Bisêr li Dêrazorê 18 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniyekê de ji ajansa çapemeniya Fransî re ragehand ku, di encama teqîna otombîleke bombekirî di navendeke Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) de nêzîk wêstgeha avê li bajarokê El- Bisêre 11 kes hatin kuştin di nav de serkirdeyek hebû, herwiha 7 welatiyên sivîl di nav de 3 zarok hebûn hatin kuştin.

Heta niha ti aliyekê ew teqîn li sûtiyê xwe negirtiye, lê guman li ser çekdarên DAIŞê di pêkanîna wê teqînê de heye.

Basnews
Top