• Wednesday, 25 February 2026
logo

Konsulê Brîtanya: Divê hêzên Hevpeymanan li hin navçeyan bimînin

Gulan Media December 23, 2021 Nûçe
Konsulê Brîtanya: Divê hêzên Hevpeymanan li hin navçeyan bimînin

Konsulê Brîtanya li Hewlêrê sersaxiyê li malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê dike û ragihand, plana wan heye derbarê rûbirûbûna metirsiyên guhartina keşûhawayê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin.

Konsulê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt ji K24ê re got: “Ji dil ve sersaxiyê li malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêr ya berî çend rojan dikim û hevxemê wan in.”

Hunt diyar kir: “Divê metirsiyên guhartina keşûhewayê bi cidê bêne wergirtin. Plana me di vê derbarê de heye ku di sala bê de bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar bikin, ji bo rûbirûyî wan metirsiyan bibin.”

Konsulê Brîtanya li Hewlêrê got jî: “Ji bo parastina ji êrîşên DAIŞê, divê hêzên Hevpeymanan li hin navçeyan bimînin û hevkariya bi hêza Pêşmerge re bikin.”

 

K24

Top