• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan: Lîsteya HDP a Parlamentoyê ji alî PKKê ve hatiye danîn

Erdogan: Lîsteya HDP a Parlamentoyê ji alî PKKê ve hatiye danîn
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, lîsteya HDPê ya parlamentoya Tirkiyê ji hêla PKKê ve hatiye dirustkirin û bi rêya CHP jî hatine hilbijartin. Erdogan bang li alîgirên CHPê kir ku ji partiya xwe hesab bipirsin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan got:

"Kesên silav nedidan hevûdu, hemberî me di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bûn yek. Weha kirin ku, CHP bo derbaskirina benda hilbijartinê bang li dengderên xwe kir ku, dengên xwe bidin HDPê. Ji xwe di hilbijartinên 1991'ê de jî serî li rêyeke weha dabûn. Wê demê kesên bin bandora PKKê bûn Parlamenter. Îro jî bi rêya CHPê, navên ku ji hêla PKKê ve hatine destnîşankirin, di parlamentoyê wek parlamenter wê cîhên xwe bigrin. Ez bang li alîgirên CHP dikim ku ji rêveberiya partiya xwe hesabê bipirsin. "

Top