• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şandeke Îtar Tensîq bi serokayetiya Malîkî li Hewlêrê ne

Gulan Media December 22, 2021 Nûçe
Şandeke Îtar Tensîq bi serokayetiya Malîkî li Hewlêrê ne

Şandeke aliyên Îtar Tensîq bi serokayetiya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî gehişt Hewlêrê.

Îro roja çarşemê 22.12.2021ê destê sibehê Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, Endamê Polîtburoya PDKê Elî Husên, Serokê Dîwana Wezîran Dr.Umêd Sebah, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Nûnerê Baregeha Barzanî Dr. Arefat Kerem li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li şandê kir.

Şanda Îtar Tensqî ya bi serokayetiya Nûrî Malikî gihişt Hewlêrê wê ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê bicive.

Di civînê de wê gotûbêj li ser pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê were kirin.

Piştî encamên fermî yên hilbijartinên Iraqê hatine aşkerekirin hemû aliyên erebên şîe (Ji bilî Tevgera Sedir ku 73 kursî bi des xistine), xwe di bereya bi navê (Îtar Tensîqî) rêkxistine û narezîbûna xwe ji bo encamên hilbijartinê ragihandine û daxwaza hilweşandin û betalkirina encaman kir.

Roj 10-10-2021ê hilbijardina pêşwext a parlemantoya Iraqê birêveçû û komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijardina Iraqê roja 30.11.2021ê encamên hilbijartinan ragihandibû û ew ji dadgeha bilind a federal re şandibû.

 

Basnews

Top