Erdogan: Hilbijartina pêşwext tune ye
Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, hilbijartina pêşwext nayin kirin û hilbijatin dê di Hezîrana 2023an de di dema xwe de bêne kirin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro di civîna Koma partiya xwe de axivî û ragihand, “Hilbijartina pêşwext tune ye. Ev dewlet, dewleteke hiqûqê ye. Dîroka hatiye destnîşankirin çi be, hilbijartin wê çaxê ye.”
Li Tirkiyê di bin siya qeyrana aborî de partiyên muxalefeta vî welatî bi sedema ku ev deshilata heyî nikare welêt birêvebibe daxwaza hilbijartineke pêşwext dikin.
HDP jî ji bo nexşerêya hilbijartineke pêşwext diyar bikin û pêşniyarên xwe raberî partiyên opozîsyonê bikin, dest bi hevdîtinên li gel partyên opozîsyonê dike.
K24
