Weberhêner hevkariyê bi ziyanpêketiyên lehiya Hewlêrê re dikin
Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, kampîna Desteyê ya ji bo komkirina hevkariyan ji bo lehiya Hewlêrê berdewam e.
Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê diktor Mihemed Şukrî ragihand, heta niha milyarek û 460 milyon Dînar ji aliyê weberhêneran hatiye komkirin û ev hejmar di zêdebûnê de ye.
diktor Mihemed Şukrî diyar kir, ev hevkarî rasterast radestî Parêzgarê Hewlêrê tê kirin û kampîna wan jî heta dawiyê bê hefteyê berdewan e.
Şeva17/12/2021ê, li 15 cihên Hewlêrê lehî rabû, di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan. Parêzgarê Hewlêrê jî diyar kiribû ku ziyanên madî bi 21 milyar Dînar tên texmînkirin.
K24
