Serkirdeyekî Rojavayê Kurdistanê: Siyaseta PKKê ji aliyê îstîxbaratên welatên dagirker tê dariştin
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) û Endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS Ebdulrrehman Apo dibêje siyaseta PKKê ji aliyê îstîxabaratên welatên dagirker ve tê diyarkirin
Îro roja sêşemê 21.12.2021ê di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê Ebdulrrehman Apo êrîşa liser deriyê sînorî yên Sêmalka û êrîşa merasîma ENKSê ya Roja Ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên PKKê weke cîbicîkirina ajandaya destên derekî bi nav dike ku dijî îradeya gelê Kurdistanê û daxwazên meşrû yên Rojavayê Kurdustanê ne.
Ew serkirdeyê Rojavayê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kiriye, PKKê di sala 2003an de li Rojavayê Kurdistanê ji bo destêwerdanên welatên dagirker Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ava kiriye û PKK bi deste PYDê derbeyê li doza rewa ya xelkê Rojavayê Kurdistanê dide.
Di berdewamiyê jî de Ebdulrehman Apo dibêje divê bi şêweykî baqilane serederî bi PKKê û ew aliyên îstîxbaratî yên li pişt PKKê ne were kirin ji bo parastina mafên rewa yên xelkê Rojavayê Kurdistanê û peydabûna aramiyê li bajarên
Basnews
