Fazil Mîranî: Em kurd li welatê xwe du caran rastî perçiqandinê hatin
Duh 21.12.2021ê li Hewlêrê merasîma nasandina pirtûka ‘’Îslama Siyasî’’ ya berhemê Dr. Erefat Sitûnî birêve çû û di wê merasîmê de sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî gotarekî de ragehand: ‘’Divê em îslamê ji îslama siyasî cuda bikin.
Fazil Mîranî amaje bi dîroka perçiqandina netewa kurd li Kurdistanê kir û got: ‘’Em kurd li welatê xwe du caran rastî perçiqandinê hatin, carek ji ber netew û carekî jî ji ber mezhebê. Dibe naha jî ew ewr her bi ser me de bê, bo nimûne kurdên Feylî tên armanc girtin, ji ber ku hem kurd in, hem jî şîe ne. naha jî kurdên sunne hem kurd in û hem sunne ne di hikûmeta şîe de.’’
Sekreterê polîtburoya PDKê got: ‘’Divê em îslamê ji îslama siyasî cuda bikin, ewên ku cilê îslama siyasî li ber xwe dikin, îslam neşirîn kirine û xelk bi xistine helwêstekî nerênî li hember îslamê.’’
Fazil Mîranî got: ‘’Îslama erênî xelkê ber bi pêkvejiyanê ve teşfîq dike, lê ew îslama partiyên ku îslamî ne, yan bi teqlîd jiyan dikin û pêş nakevin, xelk ber bi terorê ve teşfîq dikin, ew jî dijî îslamê ye. bo nimûne kuştina xelkê û qebûl nekirina xelkê nemusliman û ewên ku tiştên êzdiyan naxwan, yan li malên Mesîhiyan narazên, ew hemû dijî îslamê ne.’’
Mîranî got: ‘’Li gel wan hemû zulman jî di dîrok kurdan de, kurdan kariye hem axa xwe, hem ola xwe û hem jî xwe biparêzin.’’
