Qaymeqamê Silêmaniyê: Wek hevxemî bo mexdûrên lehiya Hewlêrê, bo sersalê ti çalakiyek nayê kirin
Qaymeqamê Silêmaniyê ragehand, wek hevxemî bo qurbaniyên lehiya Hewlêrê, li Silêmaniyê ti çalakiyek bi helkefta sersalê nayê kirin.
Qaymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed îro piştî civîna amadekariyên sersalê di press konferansê de ragehand, wek hevxemî bo qurbaniyên lehiya Hewlêrê û şehîdên destê terorîstên DAIŞê, li Silêmaniyê ti çalakiyek bi helkefta sersalê nayê kirin.
Awat Mihemed her wiha got, em ji ber lehî û ziyanên ku gihand xelkê Hewlêrê, nîgeran bûn ji ber wê jî em bi vî rengî hevxemiya xwe bo mexdûran nîşan didin.
Qaymeqamê Silêmaniyê da zanîn jî, ti çalakiyek nayê kirin lê hêzên ewlehiyê di rojên bêhnvedanê de li her deverekî belav dibin da ku pêşiya her rûdanekê bigirin.
