• Wednesday, 25 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ragihand

Gulan Media December 21, 2021 Nûçe
Herêma    Kurdistanê   betlaneya fermî ragihand

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejnên sersala nû, dewama fermî ya li hemû sazî û dezgehên hikûmetê ji bo heyamê heftiyekê rawestand.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji roja Şemiyê 25.12.2021ê ve betlaneya sersala nû li hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di nava wan saziyên perwerde û hîndekariyê dest pê dike û heta roja Şemiyê 1/1/2022an berdewam dike.

Diyar kir jî, dewama fermî hemû sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, roja Yekşemê 02/01/2022an dest pê dike.

 

 

K24

Top