Hewleke PKKê ji bo duristkirina aloziyê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê aşkere bû
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dixwzaze bi rêya koma Ciwanên Şoreşger aloziyê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de saz bike û parlementerekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî derbarê wê hewla PDKê hişyariyê dide.
Êvara roja çarşemê 15. 12.2021ê jimareyeke kesên ser bi PKKê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê li deriye sînorî yê Sêmalka bêyî hîç sedemeke meşru, êrîşî aliyê Herêma Kurdistanê kirin û jiber wê êrîşî ji bilî ziyana li otomobîleke bergiriya şaristanî çend karmendên asayişê birîndar kirin.
Parlementerê PDKê Mela Cîhan Hesen derbarê wê hewla Ciwanên Şoreşger ê ser bi PKKê ji BasNewsê re axivî û got:”PKK bi berdewamî di hewla duristkirina fîtneyê ye li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, ji aliyekî ciwanên xwe bi navê Ciwanên Şoreşger rêk dixe û tîne ser sînorê Herêma Kurdistanê û hêzên emnî dike armanc û ji aliyê din bi xwe daxwaza vekirina deriyê sînorî yê Sêmalkayê dikin ku tekane deriyê sînorî ye di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê.’’
Herwiha Mela Cîhan Hesen di berdewamiyê jî de dibêje Ciwanên Şoreşger ê ser bi PKKê beriya bi çend rojan bi awayekî yekser bi çekan êrîşî baregehên Encûmena Niştimaniya Kur dli Sûriyê (ENKS) kirin û baregeha wê şewitandin. Herwiha ji bilî wan êrîşan PKK bi berdewamî çekdarên xw yên Sûriyê derbasî Şingalê dike û ligel wan refatan daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê dike. Ev cûreyeke duristkirina fitneyê ye di navbera herdû beşên Kurdistanê.
Parlementer Mela Cîhan Hesen aşkere jî dike PKKê bi saya çekê dest daniye ser Rojavayê Kurdistanê û Qendil çi bixwaze li Rojavayê Kurdistanê PKK wê dike û niha PKK dixwaze Herêma Kurdistanê jî bike ambara çekdarên xwe û bi navên cûr bi cûr hewl dide derbasî Herêma Kurdistanê jî bibe û armanca serekî ya PKKê bi van hewlan bi dawîanîna azmûna Herêma Kurdistanê ye.
Basnews
