• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê termê 16 qurbaniyên ji Fransyê tên vegerandin

Gulan Media December 21, 2021 Nûçe
Li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê termê 16 qurbaniyên ji Fransyê tên vegerandin

 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê termê 16 qurbaniyên ku di Kenala Îngilîz de xeniqîne, dê ji bo Hewlêrê bêne vegerandin.

Roja 24ê Mijdara borî belema koçberan di Kenala Îngilîz (deryaya navbera Fransa û Brîtanayê) de binav bû û tê de hejmarek ji koçberên Kurd xeniqîbûn û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bi aliyên Fransayê ji bo naskirina nasnameya koçberên Kurd di pêwendiyan de bûn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyekê de ragihand, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dê roja Îna bê 24/12/2021ê termê 16 qurbaniyên ku di Kenala Îngilîz de xeniqîne, dê ji bo Hewlêrê bêne vegerandin.

Vegerandina wan terman, ji ber proseya nasîn û piştrastkirina nasnameyên wê, dora mehekê dereng ket, ew jî bi hevahengiya nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe, Fermangeha Pêwendiyên Derve û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê bi Wezareta Dad, Wezarata Navxwe, Polîs û tîmên lêkolînê yên Fransayê birêve çû.

Di daxuyaniyê de hat jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî sersaxiya li malbatên qurbaniyan, daxwazê ji welatiyan dike ku nekevin dû bazirganên mirovan û bi riyên qaçax ji welat dernekevin.

 

 

K24

Top