Çinar Seîd Ebdula gotegotekî derbarê sedemên lehiya Hewlêrê de derewand
Endama rêveberiya PDKê daxuyaniyek derbarê lehiya çend rojên borî de belav kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dike lêkolînê vê derbarê de bike û bê cudayê wan kes û aliyan ceza bike ku sedemê vê rewşê ne.
Îro 20.12.2021ê endama rêveberiya PDKê Çinar Seîd Ebdula di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: Ji ber baran barîna zêde ya çend rojên borî lehiyekî bê eman beşek ji navçe û taxên derdora bajarê Hewlêrê girt û di encamê de mixabin 12 hemwelatî bûn qurbanî û xelkekî zêde bû zerermend.
Herwaha ragehand: ‘’Li gel wan bûyerên nexwaş ku em hemû pê xemgîn bûn, di torên civakî de vîdyo û wêneyên projeyekî hatin belav kirin ku xwedê girawî yê min e û bûye sedemê lehiyê û ziyan gehandina beşa navxweyî ya Şewket Şêx Yezdîn.’’
Çinar Seîd Ebdula got: Di vê daxuyaniyê de hemû aliyan agahdar dikin ku ez ne xwediyê wê projeyê me û ne xwediyê ti projeyekî din ê sermayedarî û bazirganî me. Ji ber wê jî ji bo dubare nebûna wan cure karesatan û windakirina diyardeya tecawûz û gendelî êdî her kes û aliyek li pişt be, ez daxwazê li aliyên pêwendîdar dikim lêkolînê vê derbarê de bikin û bê cudayî hemû kes û aliyên li pişt ên bûne sedemê vê rewşê ceza bikin.’’
Rudaw
