• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hikûmet ji bo egera her lehiyekê d di amadebaşiyê de ye

Gulan Media December 21, 2021 Nûçe
Hikûmet ji bo egera her lehiyekê d di amadebaşiyê de ye

Aliyên ewlehiyê, xizmetguzarî û tîmên hawarhatinê di rewşa amadebaşiyê de ne û tevahiya fermangehên pêwendîdar bi rûbirûbûna karesatan îşev li ser karên xwe ne.

Aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bang li welatiyan dike, ewên metirsî li ser wan heye, ji malên xwe derkevin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hejmarek bas amade kirine, ji bo wan malbatan rizgar bike.

Di wê derbarê de jî, îro parêzgerê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di tora xwe ya civakî facebookê de behsa çawaniya xwe parastina hemwelatiyan ji lehiyê kir û daxwaz kir cîhekî bilind di mala xwe de ji bo lehiyê amade bikin.


Li gel berdewambûna egera bûyerên dubarebûna lehiyê li sînorê Hewlêrê, parêzgerê bajar bi navnîşana “Berî pêkhatina bûyerên lehiyê çawa mirov xwe biparêze” nivîsand û got: “welatiyên birêz ji bo selametiya xwe û malbata xwe di dema we hest bi metirsiyên rabûna lehiyê kir, berî bûyera lehiyê wan xalane li berçav bigrin.”

Yekem: Çavdêrîkirina zanyariyên keşnasiyê û wergirtina hejmara grupa ajansa lehiyê.

Duyem: Diyarkirina cîhekî bilind û guncaw li malê yan jî li derveyî mal ji bo xwe û malbata xwe.

Sêyem: Parastina belgename û tiştên giring û bi nirx û parastina wan û li cîheke ku jê piştrast bin bên danîn.

Çarem: Daxistina bin derî û ew cîhên ku bibin metirsî di dema lehiyê de ku ji wan deveran ve av neyê hundir.


Di dema lehiyê de tu dê çi bikî?
Yekem: Biçin bo wî cîhê bilind û guncaw ku li mala te de heye yan jî li derveyî mala te be û malbata xwe jî divê amade kiribe û bê paşde mayîn

Duyem: Qutkirina eliktrîkê û xetên gaza nav malê.

Sêyem: Şofêriyê nekin

Çarem: Dûrketina ji rêyên avê, kend û çeman.

 

Top