• Wednesday, 25 February 2026
logo

'Ciwanek bi destê cendirmeyên Tirkiyê hat kuştin'

Gulan Media December 20, 2021 Nûçe
'Ciwanek bi destê cendirmeyên Tirkiyê hat kuştin'

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihandin ku ciwanekî ji bajarokê Mearet Numan ê başûrê Idlibê, dema dixwest ji bajarokê Harim ê bakurê Idlibê derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye girtin û di bin êşkenceya tund û dijwar de canê xwe ji dest daye.

Li gor çavkaniyên xwecihî û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 20ê Kanûna 2021ê, dema ciwanekî Sûrî xelkê bajarokê Mearet Numan ê başûrê Idlibê xwestiye ji bajarokê Harim ê bakurê Idlibê derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyê bibe, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov  û heman çavkanî didin zanîn ku ew kes di bin êşkenceya tund û dijwar de canê xwe ji dest daye.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, ji destpêka krîza Sûriyê ve û heta niha li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê 496 sivîlên Sûrî bi destê cendirmeyên Tirkiyê hatine kuştin, ji wan 90 zarokên di bin 8 salan re û 45 jinên di ser 18 salan re.

 

Rudaw

Top