• Wednesday, 25 February 2026
logo

Platforma Zimanê Kurdî dê li Ruhayê jî şaxa xwe vebike

Gulan Media December 20, 2021 Nûçe
Platforma Zimanê Kurdî dê li Ruhayê jî şaxa xwe vebike

Platforma Zimanê Kurdî bi civîneke çapemeniyê ragihand, wan biryar dane li Ruhayê jî şaxek a platformê vebikin.  Platforma Zimanê Kurdî dixwaze li Tirkiyeyê Kurdî bibe zimanê fermî û bo vê yekê jî li gel hemu beşên civakê xebatê xwe didomîne.

Platforma Zimanê Kurdî li Ruha civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî da zanîn ku wan biryar daye li Ruhayê jî şaxa xwe vebikin. Di civîna ku li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Ruhayê hatî lidarxistin de Cigirê Serokê PAKê Vahît Aba, Serokê Şaxa Diyarbekir ê HDPê Zeyad Ceylan, Cîgirê Serokê PÎAyê Sedat doğan û nunerên saziyên sivîl jî cih girtin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî di civînê de amaje kir, wan heta niha li Mêrdîn, Semsûr û Batmanê şaxên xwe vekirine û hewlên wan hene ku li Şirnex û Wanê jî şaxên Platforma Zimanê Kurdî vebikin.

Cizîrî anî zimên ku ew ê li Ruhayê xebatên derbarê  zimanê Kurdî de li gel dildarên zimanê Kurdî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl bimeşînin.

Şerefxan Cizîrî da zanîn, Plaforma Zimanê Kurdî xebatên xwe bo fermîbûna zimanê Kurdî dimeşîne û ew dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bal kêşand ku divê tikes ji fermîbûna zimanê Kurdî netirse û heke dewlet ne dijminê zimanê Kurdî be divê van daxwazan pêk bîne.

Berdevkê platformê got, divê Kurd bikaribin di hemû saziyên dewletê de bi Kurdî biaxifin û dema Kurd bi Kurdî biaxifin jî çi zirarek ji vê nagihîje tikesan û saziyan.

Di civînê de hat gotin, mafê ziman mafê herî ji dil ê Kurdan e û divê her kes li mafê xwe xwedî derbikeve û bila tikes vî mafî polîtîze neke ku ev maf bo hemu Kurdan pewîst e.

 

K24

Top