Grûpeka çekdar ya şîe êrişa mûşekî ya li dijî balyozxaneya Amerîka li Iraqê girt ser xwe
Komeka çekdar ya şîe ku tê gotin nêzîkî Îranê ye, êrişa mûşekî ya duhî li dijî balyozxaneya Amerîka girt ser xwe.
Duhî du mûşek arasteyî balyozxaneya Amerîka li Bexdayê hatin kirin ku mûşekek ji aliyê sîstema bergiriyê ve hat teqandin û ya din jî dûrî balyozxanê ket.
Koma bi navê Tabûra Fatihê Xeyber, ku nû derketiye û çekdarên wê jî hemû şîe û nêzîkî Îranê ne, ragehandiye, êrişî mûşekî ya duhî ji aliyê wan ve hatiye kirin.
Basnews
