• Wednesday, 25 February 2026
logo

Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê teqîna li Hesekê daxuyanî da

Gulan Media December 20, 2021 Nûçe
Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê teqîna li Hesekê daxuyanî da

 Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, lêkolînên wan li ser bûyera teqîna doh a li Hesekê berdewam in ku di encama vê teqînê de du kes birîndar bûn.

Êvara doh Yekşembiyê teqînek li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê çê bû. Teqîn bi rêya motorsîklêteke bombekirî çê bû û di bûyerê de du kes birîndar bûn.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayişa Rojavayê Kurdistanê) têkildarî teqînê daxuyaniyek weşand.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Kesên nenas ên girêdayî aliyên dijber motorsîklêtek bombekirî li nêzî dermanxaneya El-Nûr a li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê teqandin, di encamê de du kes birîndar bûn. Hêzên me yekser ew rakirin nexweşnayên nêzîk, her wiha dest bi hemleya paqijkirinê kirin û li sûcdaran geriyan da li ser vî kiryarê terorîstî û girêdana wan a bi aliyên dijbertiya gel û herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, were cezakirin.”

Di daxuyaniya xwe de, Asayişa Rojavayê Kurdistanê tekez dike ku ew dê di kar û lêkolînên xwe de berdewam bin ji bo parastina navçeyê û wiha dibêje, “Em soz didin hemû pêkhateyan ku em ê her tim amade bin û bixebitin da ewlehî û aştî li tevahiya herêmên me were misogerkirin. Di dawiyê de dibêjin, hewldanên aliyên terorîst û dijber ên xerabkirin û derxistina fitneyan dê me dûrî armanc û xwesteka me ya parastina gelê xwe û mal û milkên wan dûr nexe.”

 

 

Rudaw

Top