Endamekî parlementoya Kurdistanê: diravekî zêde li banka Silêmaniyê de heye û venagere xezîneya giştî
Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, kujmek mezin dirav di banka Silêmaniyê de heye û eger vegere xezîneya hikûmetê kirîza mûçe namîne.
Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksyona Yekgirtû, Şêrko Cewdet di press konferansekê de ragehand, biryar bû îro ew bi wezîrên darayî û samanên sirûştî re li ser mûçe civiyaban lê ji ber ku wezîrê samanên sirûştî bo dixtor çûye derveyî Kurdistanê û wezîrê darayî jî nehat, ew bi berpirsên giştî yên her du wezaretan re civiyan.
Şêrko Cewdet her wiha got, me zanî ku kujmek mezin dirav li banka Silêmaniyê de heye ku eger ew dirav vegere xezîneya giştî, kirîza mûçe namîne.
Wî parlementerê Kurdistanê daxwaz kir ew kujma dirav were kifşkirin ka çend e.
Bi gotina wî endamê parlementoyê, li Silêmaniyê gelek kompanî hene ku ti bacekî nadin hikûmetê her wiha gelek kompaniyên neftê jî hene ku ti carî bacê nadin.
Basnews
