Konsulxaneya Amerîka: Em li gel xelkê Herêma Kurdistanê ne
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê peyamek derbarê lehiya bajarê Hewlêrê de belav kir û ragehand, Amerîka li gel xelkê Herêma Kurdistanê ye.
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, wan bi xemgîniyeke mezin nûçeya qurbaniyên lehiya wêranker a Hewlêrê bihîstine û serxweşî li malbatên qurbanî û ziyanpêketiyan kir.
Konsulxaneya Amerîkayê dibêje: “Di vê dema nexwaş de Amerîka li gel xelkê Herêma Kurdistanê ye.”
Şeva 17/12/2021ê li Hewlêrê ji ber barîna bareke xurt lehî rabû û av derbasî nava xaniyên navçeyan bû, ji bilî ziyanên madî, di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan.
Parêzgarê Hewlêrê Omêde Xoşnaw duhî di konferanseke rojnamevanî de diyar kir: “Bi giştî, ziyanên madî yên lehiyê bi 21 milyar Dînaran tên texmînkirin.”
