Rêveberiya Giştî ya Geştiyariya Duhokê ahengên serê salê ragirtin
Rêveberiya Giştî ya Geştiyariya Duhokê ragihandiye, biryar bû serê salê çendîn aheng birêve biçûna û hemû amadekarî jî ji bo wan ahengana hatibû kirin, lêbelê ji ber lehiya Hewlêrê biryar hat dayîn ahengên şeva serê salê bi rêve naçin.
Rêveberê Giştî yê Geştiyariya Duhokê ji BasNewsê re axiviye û ragihandiye:''Hemû amadekarîyek ji bo birêvebirina ahenga şeva serê salê kiribû ku biryar bû ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Geştiyariyê birêve biçe, lêbelê ji ber qurbaniyên lehiya Hewlêrê biryar hat dayîn ahenga şeva serê salê birve nece û di heman demê de kempîneke komkirina alîkariyê ji bo ziyandarên lehiya Hewlêrê were rêkxistin û ew pareye di kempînê de were komkirin radestî kargêrîya parêzgeha Duhokê tê kirin û bi rêya wan wê ji ziyandarên lehiya Hewlêrê re were şandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de daxwaz ji navebdên geştiyarîyûn weke hotêl û motêl û xwaringehan kiriye, cihên xwe ji serê salê amade bikin û nirxên xizmetguzariyên xwe jî kêm bikin.
Basnews
