• Wednesday, 25 February 2026
logo

Abûriya Tirkiyeyê her diçe têk diçe

Gulan Media December 20, 2021 Nûçe
Abûriya Tirkiyeyê her diçe têk diçe

niha li Tirkiyeyê qirîza dermanan jî derketiye.
Dolar asta 17 lîreyan derbas kir.

Abûriya Tirkiyeyê her ku diçe lawaztir dibe û ji îflas kirinê re nêztir dibe.

Lîreya Tirkiyeyê berdewame li ser ji dest dana buhaya xwe û ev yek jî qirîza darayî gelek kûrtir kiriye û çend qirîzên din bi xwe re aniye.

Îro di dema vekirina borseyan de buhayê dolarekî gehêşte 17 lîre û 41 qirûşan û herwiha buhayê euro bû 19 lîre û 59 qirûş.

Buhayê lîreya Tirkî li hember diravên din weke dîran jî dabezîneke berçav bi xwe ve bîniye.

Abûrînas û pispor jî qala vê yekê dikin ku heta dawiya salê vê buhayê yek dolar bibe 20 lîreyên Tirkî.

Hin alî û pispor jî eşkere dikin ku siyaseta abûrî ya Tirkiyeyê û hewldanên Serokkomar  yên bo kêm kirina rêjeya faêzê sedemên sereke yên bêbuha bûna lîreya Tirkiye.

Top