• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsê îranî: Sînorê Başmaxê sêyemîn sînorê giring ê Îranê ye

Berpirsê îranî: Sînorê Başmaxê sêyemîn sînorê giring ê Îranê ye
Cîgirê Parêzgarê Sine ragihand, deriyê sînorî yê Başmax li navçeya Merîwan a ser bi parêzeja Sine ve, sêyemîn deriyê sînorî yê giring li Îranê ye.



Cîgirê Parêzgarê Sine ji bo hemahengiya aborî û geşepêdana çavkaniyan, Hisên Fîrozî, dibêje, Merîwan yek ji baştirîn navçeyên Îranê bo hinardekirinê ye û niha tevî xirabiya rê û jêrxana wê, deriyê sînorî yê Başmaxê li Merîwanê, sêyem sînorî giring ê bejayî yê Îranê ye.



Bi gotina Hisên Fîrozî, zêdetirî %95ê pevguhertina bazirganî li sînorê Başmaxê bûye û tenê sala derbasbûyî bi qasî 2 milyar û 600 milyon dolar li sînorê Başmaxê kelûpel hatine hinardekirin.



Wî berpirsê îranî yê parêzgeha Sine eşkere jî kir, divê navçeya taybet a aborî li Merîwanê were vekirin, çimku bi gotina wî, navçeya azad a aborî baştirîn proje ye ji bo pêşxistina derfeta kar li wê herêmê.



Deriyê sînorî yê Başmaxê dikeve navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) û salane tevgereke mezin a aborî bi rêya wî deriyê sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de tê kirin.

Rudaw
Top