Wezîrê Çavkaniyên Avê: Li Herêma Kurdistanê û Iraqê dawî bi hişkesaliyê hat
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Hemdanî aşkere kiriye li Herêma Kurdistanê û Iraqê dawî li hişkesaliyê hatiye.
Îro roja yekşemê 19.12.2021ê Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Hemdanî, di hevpeyvîneke medyayî de aşkere kiriye av zêde bûye li rûbara Dîcle li deryaçeya Sersar li rojavayê Iraqê.
Mehdî Hemdanî herweha ragihandiye hewla temam ji bo sûdwergirtina temam li av û lehiyan didin.
Di berdewamiyê jî de Mehdî Hemdanî dibêje, bi barîna barana zêde li Herêma Kurdistanê û bajarên Bakurê Iraqê, hişkesalî li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi dawî bûye.
Di heyama du salên dawî de ji ber kemî ya baranê û girtina çeman ji aliyê Tirkiyê û Îranê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê hişkesalî û kêmavî çêbû.
Ji şeva pêncişemê 16.12.2021ê şepoleke baran û befirbarîn bajar û herêmên çiyayî yên Herêma Kurdistanê girtiye û li çendin cihan jî ji ber barîna barana zêde lehî çêbû.
Basnews
