• Wednesday, 25 February 2026
logo

Tevgera Sedir: Bi tene hikûmeta zorîneya siyasî wê Iraqê rizgar bike

Gulan Media December 19, 2021 Nûçe
Tevgera Sedir: Bi tene hikûmeta zorîneya siyasî wê Iraqê rizgar bike

Serkirdeyê Tevgera Sedir ku rêbertiya wê Muqteda Sedir dike dibêje bi tene hikûmeta zorîneya siyasî dikare Iraqê rizgar bike.

Îro roja yekşemê 19.12.2021ê serkirdeyê Tevgera  Sedir Riyaz Mesûdî ji ŞefeqNewsê re axiviye û ragihandiye çend aliyên siyasî piştevaniya Tevgera Sedir dikin ji bo duristkirina hikûmeta zorîneya siyasî

Herwiha Riyaz Mesûdî ragihandiye Tevgera Sedir rijd e li ser pêkanîna hikûmeta zorîneya siyasî, çunke bi tenê zorîneya syasî ya Iraqê dikarê welat ji qeyranan rizgar bike.

Roja 10-10-2021ê hilbijardina pêşwext a parlemantoya Iraqê birêveçû û komisyona bilind a serbixwe ya hilbijardinên Iraqê roja 30.11.2021ê encamên hilbijardinê ragihandin û ji dadgeha bilind a federal re şandin.

Tevgera Sedir di hilbijartinê de ji 329 kursiyan 73 kursî bi dest xistin û bû yekem di hilbijartinê de.

Top