Travel Risk Map: Sûriye metirsîdartirîn welat e
Navenda Travel Risk Map a Navewletî ragihand, Li cihanê Sûriye metirsîdartirîn welat e.
Li gor nexşeya nû ya Navenda Travel Risk Map ku roja 17-12-2021ê belav kiriye, Sûriyê di nav lîsteya metirsîdartirîn 15 welat li cîhanê hatiye destnîşankirin.
15 metirsîdartirîn welatên li herdû parzemînên Asya û Efrîqiyayê wiha ne: Efxanistan, Sûriyê, Lîbya, Yemen, Somalî, Malî, Başûrê Sûdan, Komara Efrîqiyaya Navîn, Iraq, Misir, Ukrayna, Pakistan, Mozembîq, Nîjerya, Komara Kongo ya Demokratîk.
14-9-2021ê , di raporta Encûmena Mafên Mirov ser bi Neteweyên Yekbûyî hatibû, li Sûriyê ji ber berdewambûna kiryarên tundûtîjiyê û girtina bêserûber, ewlekarî li vî welatî nîne.
