• Wednesday, 25 February 2026
logo

Grûpekê li nav kampa Holê êrişî asayişê kir

Gulan Media December 19, 2021 Nûçe
Grûpekê li nav kampa Holê êrişî asayişê kir

Xaleke hêzên Asayîşa Rojava li nav Kampa Holê ket ber êrîşê û herwiha koçberekî Iraqî jî hat birîndar bû.

Li gor çavkaniyên xwecihî, duh hejmarek kesên nenas êrîşî Beşa 1 li nav Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê kirin û koçberekî Iraqî birîndar kirin.

Li gor heman çavkaniyan, wan çekdaran 4 gule berdane wî koçberî û bo nexweşxaneya gel a bajarê Hesekê hatiye veguhestin.

Her li wê kampê, çekdarên nenas êrîşî xala asayîşê ya li herdû Beşên 1 û 2 yên nava kampê kirin û heta niha nayê zanîn çi zerar û ziyanek çêbûye.

Ji destpêka îsal ve zêdeyî 100 buyerên kuştinê li nav Kampa Holê çêbûne ku piraniya qurbaniyan, koçberên Iraqî ne.

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li Kampa Holê, 56 hezar û 750 koçber û penaber û malbatên DAIŞê dijîn ku piraniya wan zarok in.

Operasyonên asayişê li nav kampê

Hêzên Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê Adara îsal bi sedema “zêdebûna bûyerên kuştinê û liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav kampê û hewla belavkirina hizra tundrewiyê di nav zarokan de” bi beşdariya 5 hezar endamên asayişê, “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê” hatibû pêkanîn.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen gotibû, “53 çeteyên DAIŞê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.”

Herwiha hatibû diyarkirin ku belgeyên 11 hezar mêr, jin û zarokên jor 15 saliyê re yên li kampê hatine nûkirin û ji bo zarokên kêmî 15 saliyê jî dê agahiyên girêdayî wan ji malbatên wan bên wergirtin.

 

Rudaw

Top