• Wednesday, 25 February 2026
logo

Parêzgeha Helebce- Kempîna wefadariyê ji Helebceyê ji bo Hewlêrê tê sazkirin

Gulan Media December 19, 2021 Nûçe
Parêzgeha Helebce- Kempîna wefadariyê ji Helebceyê ji bo Hewlêrê tê sazkirin

Xelkê Helebceyê yên ji çînên cuda bi diruşma (wefayek ji Helebceyê ji bo Hewlêrê), kempînek ji bo komkirin alîkarî û hevkariyê ji bo ziyandarên lehiya rojên borî yên Hewlêrê ragihandine.

Êvara şeva pêncşemê 16.12.2021ê baraneke xurt li Hewlêrê bariya û deste sibehê roja înê 17.12.2021ê bû sedema lehiyê û ji ber lehiyê li çend tax û herêmên Hewlêrê ji bilî  ziyana maddî ya zêde, 14 kes mirin û 4 karmendên tîmên hawarçûnê jî birîndar bûn.

Yek ji wan serperiştiyarê kempîna Helebceyê Şad Heme Emîn ji BasNewsê re axivî û got weke tora rêxistinên Helebceyê, mamosteyên ayînî û komelgeha qurbaniyên kîmyabarana Helebce û çalakvan piştî civînekê biryara kempîna (Wefayek ji Xelkê Helebceyê ji bo Hewlêrê) dane destpêkirin.

Şad Hemed Emîn herweha ragihandiye, ew kempîn bi armanca komkirina alîkarî û hevkariya xelkê Helebceyê ji bo ziyandarên lehiya bajarê xoşewîst ê Hewlêrê hatiye ragihandin.

Ew serperiştiyarê kempînê Şad Hemed Emîn dibêje ew weke Helebceyî xwe deyndarê Hewlêrê dizanin, çunke wan di demên borî de alîkariya xelkê Helebceyê kirine û niha ew ji herkesi bêhtir hest bi êş û azarên xelkê Hewlêrê dikin.

Top