• Wednesday, 25 February 2026
logo

HSDê bersiva Şamê da

Gulan Media December 19, 2021 Nûçe
HSDê bersiva Şamê da

HSD nûçeyên medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê derbarê girtina sivîlan di operasyoneke dijî şaneyên DAIŞê de red dike. HSD tekez dike, ti kesekî sivîl nehatiye girtin û li wê navçeyê ti êrişek li dijî hêzên wan pêk nehatiye.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û têde daxuyaniyên medyaya hikûmeta Sûriyê red kir.

HSD amaje bi wê kir ki hikûmeta Sûriyê belav kiriye, HSD operasyonek li bajarokê Ebû Nîtel li gundewarê Dêre Zorê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî encam daye û çend kesên sivîl û xelkê wî bajarokê girtine.

HSD di daxuyaniya xwe de îddîayên derbarê girtina xelkê sivîl de red dike û van nûçeyan ne rast bi nav dike û dibêje, ti êrîşek li dijî wan li wê navçeyê nehatiye kirin û ti şervanekê jiyana xwe ji dest nedaye.

HSD tekez dike, “Ew daxuyaniyên medyaya hikûmetê piştî wê yekê tên ku xelkê navçeyê sîstema lihevkirinan a ku hikûmet cîbicî dike li gelek navçeyan red kirine û dilê hikûmetê bi serkeftina hêzên HSD nexweş e, lewra wan nûçeyan belav dike.”

HSD diyar dike, “Bi naskirina endamên DAIŞê weke xelkê sivîl, medyaya hikûmetê hewl dide raya giştî şaş bike.”

 

Rudaw

Top