• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr pêşwaziyê li konsulê Almanyayê dike

Serokwezîr pêşwaziyê li konsulê Almanyayê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 04.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li komsulê Almanyayê li Herêma Kurdstanê û şandeya pê re kir ku, bi aramanca bidawîhatina wezîfeya wî û ji bo xatirxwastinê, serdana serokwezîr kiriye.

Konsulê Almanyayê sipasiya saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirina wî de hevkarî û hevahengî pê re kiriye û hêsankarî ji kar û xebatên wî re kiriye, kir û got ku têkeliyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê di asteke gelek baş de ne û hêvî xwest ku ew têkelî di hemû waran de zêdetir pêşde biçin.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku konaulê Almaniyaê di karê xwe yê nû de serkeftî be û sipasiya wê kir ku dema karkirina wî de weke konsulê Almanyayê li Hewlêrê, têkeliyên Almanya û Kurdistanê geştir bûn.

Serowkezîr got ku ew dilxweşe ku têkeliyên Herêma Kurdistan û Almanyayê di hemû waran de di asteke baş de ne û hêvî xwest ew têkelî zîdetir ber bi pêş biçin.

Barzanî sipasiya hikûmeta Almanyayê kir ku di dem û rewşên dijwar de hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û dikin, sipasiya rêxstinên almanyayî kir û bi taybetî rêxistina GIZ ku bi pirojeyên xwe alîkariya penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê dijîn dikin.

Pirosesa siyasî li Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû û rola Kurdistanê di kabîneya nû ya hikûmeta Îarqê de hin mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê hêvî xawest ku kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bi lezgînî bê pêkanîn daku bikeve di xizmeta xelkê de û pirsgirêkên heye çareser bike.

Top