Li Stenbolê festîvala berhemên Serhedê birêve diçe
3 bajarên herêma Serhedê; Qers, Îdîr û Erdaxan di festîvalekê hevbeş de li bajarê Stenbolê hatin cem hev. Rojên danasîna berhem û dewlemendiyên 3 bajarên Serhedê di 16ê Kanûnê de li navçeya Maltepeya Stenbolê li ber behrê bi reqs û govenda wan bajaran dest pê kir.
Di festîvala hevbeş de 3 konên mezin hatin vedan û tê de gelek berhemên çandinî, ajalvanî û destçêkirî cih digrin. Bi dehan cureyên penîr, bi taybetî qeşara Qersê, zeytûn, hingiv, bastêq, kete, goştê qazê, kibaba caxê û gelek berhem û xwarinên navdar yên Qers, Îdir û Erdaxanê li vê festîvalê ji bo 4 rojan tên pêşandan.
Yucel Akkoç, Şaredarê bajaroka Kopruluya ser Erdexanê, dibêje, “Em ji bo festîvalê ji bajaroka Kopruluya ser navçeya Goleya Erdexanê hatin vir. Me qeşar, penîrê çîçil, kete û mevûj anî.”
Netîce Avşar, Seroka Şaxa Jinan a Federasyona Xoçvaniyên Erdexanê, dibêje, “Em ji bo xwendina 150 xwendekaran berhemên xwe yên bi destçêkirî difroşin. Em sabûn û kevirên bêhndayî çêdikin.”
Aysel Boz, Esnaf, diyar dike, “Me ji Qersê qeşarê kevn, qeşarê teze, gravyer, penîrê çîçal û rûnê nivîşkî aniye. Yanê gelek berhemên Qersê li cem me hene.”
Necati Karabulut, Welatî, radigihîne, “Ji ber ku ji welatê me hatin em di vê şiliyê de rabûn hatin vir. Merivê me ne, cînar û welatiyên me ne. Tiştên ku ji welatê me tên zehf xweş in."
Lê wekî her qadê krîza aborî û daketina nirxê lireyê Tirkî bandora xwe dide ser firotin û standina berhemên li nav festîvalê jî. Esnaf dibêjin ew ji neçarî bihayê berhemên xwe zêde dikin, mişterî jî dibêjin bihayê her tiştî pir giran bûye êdî em bi hesab û kîtab her tiştî distînin.
Fatih Çelik, Esnaf, dibêje, “Ya rast bihayê berhemên me hinekê rabû. Bivê nevê zêde bû. Lewra ji ber hinardeya zêde em niha berhemên xwe bi bihayeke zêde difroşin bazara navxweyî."
Abdulhadi Ozdemir, Welatî, diyar dike, “Hembajariyên me ji memleket hatine li vir mal û malzemeyên xwe anîne. Em jî ji bo wan hatine vir. Lê bihayê wan ji bo me mirovên normal gelek bi biha ye.”
Yusra Ozdemir, Welatî, dibêje, “Bibe nesîb em ê hin tiştan bistînin. Lê ji me re zaf biha tên."
Mirza Deniz, Welatî, dibêje, “Em li benda vê festîvalê bûn. Me digot bila vebe em herin hin tiştan bistînin. Lê me dît ku hinekê zêde biha ye. Lê dîsa jî ji bajarê me hatine em ê bistînin."
Di çarçoveya danasîna bajarên Qers, Îdîr û Erdaxan de wê pêşbaziya qazên herî xweş jî birêve biçe. Her wiha di festîvala ku heta 19ê mehê berdewam dike de wê hin konserên komên muzîkan, şevbuhêrkên dengbêjî û çanda hozanên Tirkmenan cih bigrin û wê her bajar hewl bide ku bi awayê herî xweş dewlemendî û berhemên xwe li Stenbolê bidin naskirin.
Rudaw
