• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî nameyeke sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî nameyeke sersaxiyê belav kir
Roja Sêşemê 3.7.2018 Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya kesayetiyê kurd Efram Îsa Yûsif nameyeke sersaxiyê belav kir.

Ev jî têkista nameyê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û niştîmanperwer Profesor Efram Îsa Yusif gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn de serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û dost û naskiriyên xwedê jêrazî û xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistanê dikim û hevbeşê xema wanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê Profesor Efram şad bê.

Mesûd Barzanî
03.07.2018

Top