• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Xweşhal im ku dezgehên me yên ewlehiyê şaneyeke teroristî hilweşand

Gulan Media December 19, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Xweşhal im ku dezgehên me yên ewlehiyê şaneyeke teroristî hilweşand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xweşhaliya xwe bi hilweşandin û desteserkirina şaneyeke teroristî ya DAIŞê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê ve ragihand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ji bo min cihê xweşhaliyê ye ku ji dezgehên me yên ewlekariyê bibihîsim, ew di hilweşandina şaneyeke terorîst ya ser bi DAIŞ'ê ve serkeftî bûne ku ev yek gefeke rasteqîn e li ser Hewlêrê.”

Her wiha got: "Divê em hemû spasiya ew kar û westana wan kesên ku malbat û civaka me ji gefên terorîstan diparêzin bikin.”

Ev twîtta Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî wê hat, îro Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên grûpeke ser bi DAIŞê ve balev kir ku ew ji aliyê Dijeterora Kurdistanê ve li bajarê Hewlêrê hatibû desteserkirin ku di plana wan de pêkanîna kiryarên teroristî hebû.

Top