Serokwezîrê Japonya ji tirsa dorpêçên Amerîka serdana xwe ya Îranê betal kir
Ajansa fermî ya Japonya, Kyodo, ragihandiye, biryar bû vê mehê serokwezîrê Japonya Şînzo Abê serdana Tehranê bike lê piştî zêdebûna givaş û dorpêçên Amerîka li ser Îranê, hikûmeta Japonya ev serdan betal kir.
Wezareta Derve ya Îranê jî ragihandiye, serdaneke wisa nehatibû pilankirin ku heta bixwazin betal bikin.
Amerîka vê dawiyê ji gelek welatan bi taybet ji Japonya xwastibû, heta payîza îsal kirrîna petrola Îranê bidin sekinandin. Lê Japonya ragihandibû, ew nikarin vê yekê bikin çimkî pêwîstiya wan bi petrola Îranê heye.
Basnews
