• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî bi boneya roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir

Gulan Media December 18, 2021 Nûçe
Serok Barzanî bi boneya roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand, din sîbera vê alê de, em hemû serbilind in.

Serok Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahî arasteyî malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Ala Kurdistanê hêmaya azadîxwazî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye û ji bo wê xwîn û qurbaniyên mezin dane. Ala Kurdistanê nirxekî hevpar û sembola yekîtiya neteweya me ye. Ev al milkê welatiyên Kurdistanê ne û ji bilî hebûna bîr û baweriyên cuda, di jêr vê alê de em hemû serbilind in û xwedî şanazî û nasname ne. Di roja Ala Kurdistanê de pêdagiriyê li peyama aştîxwazane û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.”

Di peyama Serok Barzanî de hat got: “Bi hezar silav li giyanê pak ê wan şehîdên ku ji bo ala Kurdistanê giyanê xwe feda kirine.”

 

Basnews

Top