NY li ser lehiya Hewlêrê peyameka hevxemiyê belav kir
Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNNAMI) hevsoziya xwe bi qurbaniyên lehiya Hewlêrê re nîşan da û hêviya başbûna zû ji birîndaran re xwast.
Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê li Twittera xwe nivîsî: “UNMAI bi nîgeranî nûçeya lehiyên Herêma Kurdistanê bihîst.”
Ragihand jî: “Em sersaxiyê li malbatên qurbaniya dikin û hevxemî û hevsoziya xwe bi wan radigihînin ku ziyan gihîşt mal û kelûpelên wan. Herwiha hêviya başbûna zû ji birîndaran re dixwazin.”
Ev di demekê de ye, li Hewlêrê ji pêr bi şevê û heta duhî sibê baraneke xurt barî û lehî li hin cihên Hewlêrê rabû, av derbasî hin malan bû û beşek ji riyan hatin girtin, ji bilî ziyanên madî jî, 12 kesan canên xwe ji dest dan.
Basnews
