TIRKIYE - Bi fermî serokwezîr nema û desthilat yên serokomar in
Li Tirkiyê bi awayeke fermî serdema sîstema hikûmeta serokwezîr bidawî bû û sîstema hikûmeta serokomar dest pê kir. Ji bo vê armancê jî biryarnameyeke di hikmê qanê de hate derxistin.
Li gorî biryarnameya ku di rojnameya fermî de hate belavkirin, hemû yasayên derbarê sîstema serokwezîr û desteya wezîran de hatine betalkirin û hemû desthilat û payeyên serokwezîr jî dane destê serokomar.
Ev biryar dê piştî sondxarina serokomar werin cîbicîkirin.
Biryare di çarçoveya temamkirina sîstema hikûmeta serokomar de du biryarnameyên din jî derbikevin.
Bi biryarnameya duyemîn dê hemû wezaret û sazî û dezgehên wezaretan werin hilweşandin.
Biryarnaemya sêyemîn jî dê li ser îskelet anku şemaya hikûmeta nû de be.
Rudaw
