• Wednesday, 25 February 2026
logo

Bûdceya sala 2022 ya Tirkiyê ji aliyê parlementoya wî welatî ve hat pesendkirin

Gulan Media December 18, 2021 Nûçe
Bûdceya sala 2022 ya Tirkiyê ji aliyê parlementoya wî welatî ve hat pesendkirin

Bûdceya sala 2022 ya Tirkiyê ji aliyê parlementoya wî welatî ve hat pesendkirin.

Piştî 12 rojan gotûbêj û şer û alozî, parlementoya Tirkiyê duhî ew bûdceya ku hikûmetê pêşniyar kiribû, pesend kir.

Bûdce bi 327 dengên erê li hember 197 dengên na hat pesendkirin.

Di nav gotûbêjên bûdceyê de şer û aloziyên tund derketin. Bi taybet ew civînên ku wezîrê navxwe Suleymna Soylu tê de beşdar dibû, di navbera wî û parlementerên HDP û CHPê de şer û aloziyên mezin derdiketin.

Bûdceya sala 2022 ya Tirkiyê 104.9 milyar dolar hatiye hesibandin.

Ev demek e rewşa aboriya Tirkiyê bi taybet nirxa diravê wî welatî li hember dolar û diravên din yên biyanî gelekî xirab bûye û roj bi roj jî kirîza han kûrtir dibe.

Herî dawî nirxa her dolarekî gihîşt nêzîkî 17 lîreyan.

Top