• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêwendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Federalî wergirt

Gulan Media December 18, 2021 Nûçe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêwendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Federalî wergirt

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17/12/2021ê pêwendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Iraqa Federalî Mistefa Kazimî wergirt.

Di pêwendiyê de, Serokwezîrê Iraqê pirse û sersaxiyên xwe ji bo qurbaniyên lehiyê Hewlêrê nîşan da û hêviya başbûna zû ji birîndaran re xwast.

Di pêwendiyê de, guftûgo derbarê wan rêkarên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtine ber xwe ji bo hawarhatina bi ziyandîtiyên lehiyê re hate kirin. Serokwezîrê Iraqê tekez kir jî ku Hikûmeta Federalî dê hemû tedbîrên pêwîst bigire ji bo alîkariya saziyên Herêma Kurdistanê di rûbirbûna lehiyê de bike.

Her di wê pêwendiyê de, tekezî li girîngiya pêşvebirina hevahengiyê di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran hate kirin, ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û berjewendiya tevahiya pêkhateyên Iraqê.

 

K24

Top